Keça Kurd a Efrînî mezintirîn xelata cîhanî ya Prenses Diyana sitend

29 June 2021 10:32 0 dîtin
Keça Kurd a Efrînî mezintirîn xelata cîhanî ya Prenses Diyana sitend

PeyamaKurd –  Keça Kurd a Efrînî Rodî Elî, mezintirîn xelata cîhanî ya Prenses Diyana ya sala 2021an sitend.

Rodî Elî, ji ber xizmeta wê di warê însanî û karê civakî de bi awayekî xwebexş, xelata cîhanî ya Prênsesa Birîtanî Diyana sitend.

Rodî Elî ya ku li bajarê Munster ya Almanyayê dijî, di gelek dezgehên xêrxwazî de kar dike û di warê întegerasyonê de jî xizmeteke wê ya baş heye.

Ciwanên ku xelata Emîre Diyana werdigirin divê temenê wan di navbera 9 heta 25 salan de be û divê ji salekê zêdetir çalakiyên wan di warê civakî û mirovî de hebin.

Rodî yekemîn Kurd e ku vê xelata mezin ya cîhanî distîne.

Çalakvana Kurd Rodî Elî ya gava li Efrînê ye, di biçûkatiya xwe de bi zorê tê zewicandin û zarokeke wê heye û ji bo bigîhije Almanyayê, 28 rojan di rêyan de dimîne. Rodî, li dijî bandora şer û penaberiyê têkoşîn dike.

Rodî di kampên penaberan de ji bo jinên ku ji malbatên muhafazakar in û pirsgirêkên zewacê dijîn, piştgiriyê dide.

Rodî ji bo ku alîkariya jinên ku dixwazin vegerin Sûriyê, dest bi kampanyayek medya civakî kir ku gihîşte hezaran jinên ku pêwîstiya wan bi piştgirî û şîretê hene.

Rodî di heman demê de, ji bo ku jin bigihîjin perwerdehiyê û ji bo ku bandora xwe ya erênî berfireh bike, alîkariyê kom kir û li beşekî xebata civakî ya zaningehê tomar kir.