Neçîrvan Barzani, keça Kurd Rodî Elî ya Efrînî pîroz kir

02 July 2021 01:35 0 dîtin
Neçîrvan Barzani, keça Kurd Rodî Elî ya Efrînî pîroz kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema  keça Kurd Rodî Elî ya Efrînî li Almanya Xelata Diana 2021 ê qezenc kir, wê pîroz kir.

Xelata Diana, bi sedema ku li Almanya, gêncên bo jiyana kesên din baş bikin dixebitin, wan onûre bikin, xelatê dabûn keça Kurd ya Efrînî Rodî Elî. Nêçîrvan Barzanî di peyama pîroznameya xwe de weha got:

“ Bo we xelata Diana 2021 ê (The Diana Award 2021) sitend, ez we pîroz dikim. Gêncên ku alîkariya xebata civakî û mirovî dikin û di asta navdewletî de xizmeta xwebexşane dikin û bi sedema ku we bi xelatekî herî bilind xelat kirine, ez gelek bextewerim. Hêviya dewama serkeftinên we dikim.”