Neçîrvan Barzani û Mesrûr Barzanî li ser candayên Kartalkayayê peyamên sersaxiyê dan
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê hukumeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo li Kartalkayayê di otêlê de şewat derketibû û tê de 66 kes jiyana xwe dabûn, peyamên sersaxiyê belav kirin.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ji şewata Bolu ya Kartalkakayê xemgîn bûye û got:
“Ji ber li bajarê Boluyê di otêlê de şewata trajîk çêbû, gelek xemgînim. Di vê wexta zor û zahmet de fikr, raman û diayên min ji bo qurbaniyan, malbatên wan û xelkê Tirkiyê re ye.”
Nêçîrvan Barzanî di ser hesabê xwe yê Xê de peyama taziyê belav kir.
Masrûr Barzanî: “Ez xemgîn bûm”
Li aliyê dinê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, tevî li Davosê mêvane û têkiliyên Kurdistanê yên dîplomatîk dimeşîne, li ser bûyerê, di ser hesabê xwe yê Xê de weha got:
“Ez ji bûyera şewata trajîk ya li bajarê Boluyê xemgîn bûm. Ji bo malbatên kesên can dane, ji bo xelkê Tirkiyê û hukumeta wê, di vê wexta wan ya zahmet û zor de, ji dil û can taziyên xwe radigihînim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin