Mesrûr Barzanî ji bo salvegera jenosîdkirina Barzaniyan peyamek belav kir

31 July 2021 10:30 0 dîtin
Mesrûr Barzanî ji bo salvegera jenosîdkirina Barzaniyan peyamek belav kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo salvegera jenosîdkirina Barzaniyan peyamek belav kir û diyar kir: “Îro em bi rêz û rûmet qurbaniyên yek ji tawanên herî dirinde û herî mezin ên rejîma berê ya Iraqê bi bîr tînin, ku 38 sal beriya niha, di kiryareke nijadperestan de, bi hezaran mirovên bêtawan ên Barzanî, tenê ji ber ku Kurd bûn, ew birin biyabanên başûrê Iraqê û komkujî kirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn: “Em îro qurbaniyên wê komkujiyê bi bîr tînin. Tevî wê yekê ku Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê, enfalkirina gelê Kurdistanê weke jenosîd û tawana şer qebûl kiriye, lê heta niha ji aliyê hikûmeta Iraqê ve kesûkarên qurbaniyan nehatine qerebûkirin, ku erkekî exlaqî û yasayî ya hikûmeta Iraqê ye ku kesûkarên qurbaniyan û ziyandîtiyên hemû wan tawanên li hember gelê Kurdistanê hatine encamdan, qerebû bike.”

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha ye:

Îro em bi rêz û rûmet qurbaniyên yek ji tawanên herî dirinde û herî mezin ên rejîma berê ya Iraqê bi bîr tînin, ku 38 sal beriya niha, di kiryareke nijadperestan de, bi hezaran mirovên bêtawan ên Barzanî, tenê ji ber ku Kurd bûn, ew birin biyabanên başûrê Iraqê û komkujî kirin.

Jenosîdkirina Barzaniyan, bûye destpêka çend tawanên din ên jinavbirin û wêrankirina Kurdistanê, ku di salên paş de rejîma Bee'sê di çend qonaxan de dest bi Enfal û kîmyabarankirina Helebce û wêrankirina bi hezaran gund û bajarokên Kurdistanê kir, bi vê jî proseya komkujîkirina xelkê Kurdistanê û wêrankirin û şewitandina Kurdistanê, gihişte asta bilind a zilm û dirindeyî.