Keça Kurd a Efrînî Rodî Elî 'Xelata Prenses Diyana' wergirt
PeyamaKurd - Keça Kurd a ji bajarê Efrînê Rodî Elî, Xelata Prenses Diyana ya 2021ê, bi merasîmeke ku li paytexta Brîtanya Londonê hat lidarxistin, wergirt.
Rodî Elî ji Efrînê ye û ji sala 2015an ve li bajarê Munster ê Almanya dimîne. Keça Kurd ji ber karê wê yên mirovî di xizmeta penaberan de xelata Prenses Diyana ya bi navê Mîrat ku her sal ji bo ciwanên çalak tê dayîn, wergirt.
Di merasîma mala Prenses Diyana de, Rodî Elî amade bû û ji aliyê Rêvebera Cîbicîkar a xelatê Tisi Ojo û Lord Çarls Sibser ve hat xelatkirin.
Xelata Mîrat a Prenses Diyana ji sala 1999an ve ji aliyê hikûmeta Brîtanya ve ji bo ciwanên çalak tê pêşkêşkirin.
Berî xelatê wergire Rodî, bi kurê Diyana Prens Harî re jî axivî, Prens Harî ji Rodî re got, “Heger diya min sax bûya dê bi dîtina te gelekî kêfxweş bûya.”
Rodî Elî li bajarê Munster ya Almanyayê dijî, di gelek dezgehên xêrxwazî de kar dike û di warê entegerasyonê de jî xizmeteke wê ya baş heye.
Ciwanên ku xelata Prenses Diyana werdigirin divê temenê wan di navbera 9 û 25 salan de be, û divê ji salekê zêdetir çalakiyên wan di warê civakî û mirovî de hebin.
Rodî yekemîn Kurd e ku vê xelata mezin ya cîhanî distîne.
Çalakvana Kurd Rodî Elî gava hê li Efrînê ye di biçûkatiya xwe de bi zorê tê zewicandin û zarokeke wê heye.
Rodî Elî ji bo ku bigihije Almanyayê 28 roj di rêyan de dimîne. Rodî li dijî bandora şer û penaberiyê têkoşînê dike.
Di kampên penaberan de Rodî ji bo jinên ku ji malbatên muhafazakarin û ku pirsgirêkên zewacê dijîn piştgiriyê dide wan.
Rodî ji bo ku alîkariya jinên ku dixwazin vegerin Sûriyê, dest bi kampanyayeke medya civakî kiriye ku gihîşte hezaran jinên ku pêwîstiya wan bi piştgirî û şîretê heye.
Rodî ji bo ku jin bigihîjin perwerdehiyê û ji bo ku bandora xwe ya erênî berfireh bike alîkar kom kiriye û li beşek xebata civakî ya zaningehê tomar kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin