3 romanên nivîskarên Kurd Xelata Mehreganê wergirtin

01 June 2020 19:01 0 dîtin
3 romanên nivîskarên Kurd Xelata Mehreganê wergirtin

PeyamaKurd – 3 nivîskarên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê xelata dewreya 19 û 20an a Mehreganê ya edebiyatê wergirtin.

Lîjneya Xelata Mehreganî Edebiyatê ragihandiye ku di lîsteya xelatên îsal de, romana "Grewî Bextî Helale" ya Eta Naheyî ku ji aliyê Reza Kerîm Mecawer ve bo farisî hatiye wergerandin, romana "Koçî Şamar" a nivîskar Ferhad Heyderî Goran û roman "G"  ya Zahîd Barxuda Herkameyan hatine xelatkirin.

Romana ‘Grewî Bextî Helale’ di beşa ‘Zimanê Dayikê’ de, bi Xelata Mehregana Edebiyatê hat xelatkirin.

Romana ‘Koçî Şamar’ a Ferhad Heyderî Goranî û romana "G" ya Zahîd Barxuda jî hêjayî xelatên Mehregana Edebiyatê hatin dîtin.