Xwendekarên Kurd Xelata Olimpiyadên Matematîkê ya Navnetewî wergirtin

25 July 2024 16:26 0 dîtin
Xwendekarên Kurd Xelata Olimpiyadên Matematîkê ya Navnetewî wergirtin

PeyamaKurd – Du xwendekarên Kurd ên ji dibistanên Herêma Kurdistanê, li Brîtanyayê Xelata Bronz a Olimpiyadên Matematîkê ya Navnetewî (IMO) wergirtin.

Di Olimpiyadên Matematîkê yên 65emîn de ku di rojên 11-22yê Tîrmehê birêve çûn de, xwendekarên ji 109 welatan beşdarî kirin.

Du xwendekarên Kurd ên ji Herêma Kurdistanê Elî Mîqdad Mewlud û Xatem Mewlud di olimpiyadên matematîkê de, xelata madalyeya bronz wergirtin.

Di olimpiyadên îsal ên IMOyê de 5 iraqî beşdarî kirin ku 3 ji wan ji Hewlêrê bûn. Her pênc xwendekar di testên IMOyê de serkeftî bûn û mafê tevlîbûna olimpiyadan bi dest xistin.