Peyamnêr û nivîskarê ‘herî navdar’ Robert Fisk mir

02 November 2020 17:03 0 dîtin
Peyamnêr û nivîskarê ‘herî navdar’ Robert Fisk mir

PeyamaKurd – Rojnamevan, peyamnêr û nivîskarê 40 salan bûyer û pêşhatên Rojhilata Navîn ji nêzîk ve dişopand û bi raportên xwe deng vedida Robert Fisk jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku Robert Fisk roja îna borî li mala xwe ya li payetxta Îrlanda Dublinê nexweş ketibû û rakiribûn nexweşxaneyê.

Robert Fisk nêzî 40 salan gava bi gav welatên Erebî û Rojhilata Navîn şopandiye û rapor kiriye. Fisk şerên li Sûriye û Lubnanê, şerê Îran-Iraqê, dagirkirina Afganistanê ji aliyê Sovyetê ve, şerê navxwe yê Cezaîrê û gelek bûyerên din ên girîng şopandine.

Rojnameya The New York Times sala 2005an ji bo Fisk gotibû “peyamnêrê herî navdar ê li derveyî welat û Brîtanyayê”.

FIsk di sala 1946an de ji dayik bûye û di sala 1972yan de di The Times de dest bi rojnamevaniyê kiriye ku ji sala 1989an ve jî li The Independentê dixebitî heta mirina xwe.

Robert Fisk di navbera salên 1994-1997an de bi damezrînerê El-Qaîdeyê Ûsame bîn Ladîn re 3 caran hevpeyvîn kiribû.

Fisk van salên dawî şerê navxw yê Sûriyê ji nêzîk ve dişopand û gotar li ser dinivîsandin. Derhêner Yung Chang bi navê This Is Not a Movie belgefîlmek li ser jiyana Robert Fisk çêkiribû.