Helbestvan û nivîskarê navdar ê Basûrê Kurdistanê wefat kir
PeyamaKurd – Helbestvan û nivîskarê navdar ê Kurd Elî Ebdullah, ji ber nexweşiyê di 91 saliya xwe de wefat kir.
Nivîskar û helbestvanê navdar ê Kurd Elî Ebdullah, ku bi navê “I.I. Şewnim” tê naskirin, şeva borî ji ber nexweşiyê û di 91 saliya xwe de wefat kir.
Helbestvan Şewnim di sala 1929an de, li bajarê Helebce ji dayîk bibû. Edîbekî mezin û zana bû. Ew tenê helbestvan nebû belkû kesekî dengxweş û hunermend, nîgarkêş, xoşnivîs, dîroknivîs û zimanzan bû. Zimanê Kurdî, Erebî û Farisî dizanî.
Mamosta Şewnim, yekem kesê li Helebcê koma muzîk, sirûd û stranan danî. Di nav helbestên wî de ya herî naskirî, “Cejne cejnî Kurdistan e, cejnî Newroz e… be tîşkî agir enûsim cejne pîroze”.
Wî helbestvanê navdar, bo zarokan jî helbest digot û di perwerdekirin û fêrkirina zarokan de rolek mezin lîst. Gelek caran jî bi xwe ji helbestên xwe re awaz datînî.
Mamosta Şewnim yek ji damezrênerên Yekitiya Nivîskarên Kurd li Bexdayê bû. Çend salan berpirsê çalakiyên dibistanên Silêmaniyê bû. Yekemîn xelata xwe ya helbestê jî ji aliyê saziya edebî û rewşenbîrî ya Silêmaniyê ve wergirt.
Bi dehan helbestên wî helbestvanê navdar ji aliyê hunermendên Kurd ve bûne stran û sirûd. Herî dawî helbestên ku bo zarokan gotiye, wek pirtûkekê hat çapkirin bi navê “Cirîwekan”.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin