Alî Bapîr: Ez bi peyama Ocalan kêfxwes bûm
PeyamaKurd – Serokê Civaka Edaletê ya Kurdistanê (Komel) Alî Bapîr têkildarî banga Ocalan daxuyaniyek da û got, "Hêvîdar im her du alî jî vê bangê cidî bigirin û bi dersên rabirdûyê bikevin nava liv û tevgerê."
Serokê Komelê Alî Bapîr li ser banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî da.
Bapîr got, “Divê ev peyama Birêz Ocalan berê bihata. Bi nasîna te bextewar bûm. Bi salan e em ji her du aliyên Tirk û yên Kurd re behsa çareseriya aştiyane dikin.”
Rêvebirê Komeleyê herwiha got: Hêvîdarim her du alî jî bi cidî li vê bangê xwedî derkevin û bi dersên rabirdûyê tevbigerin.
Daxuyaniya nivîskî ya ku Ocalan ji Îmraliyê nivîsî, piştî serdana sêyemîn a heyeta DEMê ya doh bi raya giştî re hat parvekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin