Wê peyama Ocalan bi çar zimanan bê xwendin

27 February 2025 16:48 0 dîtin
Wê peyama Ocalan bi çar zimanan bê xwendin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî vegera endamên şanda  Îmraliyê Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirrî Sureyya Onder, Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan, Cengiz Çîçek û Faîk Ozgur Erol a ji Îmraliyê, wê peyama Abdullah Ocalan li Stenbolê di civîneke rojnamevanî de ragihînin. Hêjayî gotinê ye, li Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ji bo guhdarîkirina bangewaziya Ocalan li gelek deveran ekranên mezin li qadan hatine danîn ku dê bi girseyî peyam were pêşwazîkirin. Mijara herî girîng ya bangewaziyê, bidawîbûna serdema têkoşîna çekdarî ye ku dê peyama wê bê dayîn.

Hat zanîn ku bangawaziya Ocalan dê bi 4 zimanên, Kurdî, Tirkî, Erebî û Îngilîzî bê xwendin.

Di civîna li oteleke Stenbolê de, wê Pervîn Buldan nameya bi Tirkî, Ahmet Turk jî ya Kurdî bixwîne.

DEM Partiyê derbarê mijarê de ev daxuyanî da:

"Piştî hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Rêzdar Ocalan re, ji bo daxuyaniya dîrokî ya ku îro li Stenbolê dê bê dayîn, heya niha zêdetirî 300 rojnamevan û 140 saziyên çapemeniyê akredîtasyon wergirtine. Tevî ku akredîtasyon hatiye girtin jî, hîn jî xebatkarên çapemeniyê û saziyên ku dixwazin bişopînin hene. Heya niha ji bo hemû saziyên çapemeniyê yên ku dixwazin bişopînin hêsankariyên pêwîst hatine kirin."