Aliyev, bang li wî welatî kir: Axên me nas bikin!

12 July 2023 15:30 0 dîtin
Aliyev, bang li wî welatî kir: Axên me nas bikin!

PeyamaKurd- Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, di derbarê nanokiyên navbera welatê xwe û Ermenîstanê de axivî. Aliyev bang li rayedarên Ermenîstanê kir ku axên wan bi awayekî fermî li ser kaxez nas bikin.

Îlham Aliyev, li ser encamên 6 mehan ên xebatên civakî û aborî yên sala 2023yan civînek li dar xist û di wê civînê de bal kişand ser rêgeza sereke ya welêt a di 6 mehên salê de geşedana domdar, pêşxistina sektora nefte, vegerandina Qerebax û Rojhilatê Zengîzûrê û berdewamkirina reformên aborî û civakî.

Aliyev bi bîr xist ku yek ji karên li pêşiya Azerbaycanê têkiliyên bi Ermenîstanê re ye û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:

"Gorên dawî yên muzakereyan û têkiliyên di asta bilind de ku di nav çend rojan de hatine plankirin, tenê armancek heye û ew jî ew e ku em nêzî peymana aştiyê bibin. Em dixwazin, em vê yekê wekî destpêşxeriyek bînin ziman. Lê dîsa her tişt ne girêdayî me ye. Divê aliyê din jî jê re amade be û bi gotinan bîne zimên.

Yek ji xalên erênî yên dawî jî ew e ku di helwesta aliyê Ermenî de tevgereke erênî heye. Heger di cotmeha sala borî de yekparçeyiya axa Azerbaycanê, serwerî û sînorên Azerbaycanê nas kir, wê demê di gulana îsal de hîn wêdetir çû û pîvanên xaka Azerbaycanê bi fermî nas kir ku di nav de Karabax û gundên me yên niştecihbûyî jî di nav de ye. 

Divê ev yek wekî tiştekî erênî bê dîtin. Niha dema piştrastkirina heman sozên li ser kaxezê ye, destnîşankirin û avakirina têkiliyan e. Di her rewşê de em ê xebatên xwe yên di vî warî de berdewam bikin."