Almanya di asta Ewropayê de amadekariya dorpêçên ser Îranê dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Almanya ji ber destwerdana tund a hêzên Îranê dijî protestoyan û kuştina xelkê sivîl, amadekariya sepandina dorpêçên di asta Yekîtiya Ewropayê de li ser Îranê dike.
Berdevka Wezareta Derve ya Almanyayê Andrea Sasse, ragihand ku ew li ser pakêta dorpêçên ser Îranê yên nû di asta YEyê de hevdîtinan dikin.
Sasse, gotiye ku amadekariyên wan ên sepandina dorpêçan li ser Îranê di asta Yekîtiya Ewropayê de ye û biryarê jî YE dide.
Berdevka Wezareta Derve ya Almanyayê diyar kiriye ku ji ber tundûtujiya hêzên Îranê û helwesta li hember xwepêşanderan, 8 welatên YEyê dixwazin dorpêç li ser sazî û kesayetên Îranê bên sepandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin