Almanya di çirka dawîn de tîma Swêdê têk bir
PeyamaKurd - Di çarçoveya leyîzên Koma F a Kûpaya Cîhanê ya Rûsya 2018ê de, herdu tîmên Almanya û Swêd hatine hemberî hev û Almanya di çirkeyên dawî de bi tomarkirina golekî 3 xalên giring bidest xist.
Germahî û coşa Kûpaya Cîhanê li Rûsyayê berdewam dike. Di yariya duyemîn a Koma F de tîma welatên Almanya û Swêd li yarîgeha Fisht Olimpic hatine hemberî hev.
Di xuleka 32yê de Ola Toivonen bi navê Swêdê golek tomar kir û beşa yekemîn bi 1-0 di berjewendiya Swêdê de bidawî bû.
Di xuleka 48ê de Marco Reuse bi navê Almanyayê gol avêt û encam bû wek hev. Di xuleka 82ê de lîstikvanê almanî Jerome Boateng karta sor xwar û Almanya di yariyê de 10 kes ma.
Di xuleka dawî ya 90+3 de Toni Kroos di lêdanekê de gok avête nav torê û yarî bi 2-1 di berjewendiya Almanyayê de bidawî bû.
Piştî van encaman Almanyayê 3 xal bidest xist û hêviya xwe ya gihiştina qonaxa pêş jî zindî hişt.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin