Tîma Sêwirmendên Serbazî ya Almanyayê alîkarî pêskêsî Koleja Erkan a Serbazî kir
PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê diyar kir; Tîma Şêwirmendên Serbazî ya Almanyayê li Herêma Kurdistanê, hejmarek projeyên xizmetguzariyê pêşkêşî Koleja Erkan a Serbazî kir û biryar da ku di qonaxa bê de çend proje di warê teknîkî (data, komputer û bernamesazî) de cîbicî bike.
Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyê de eşkere kir, Ragirê Koleja Erkan a ser bi Wezareta Pêşmerge, pêşwazî li tîma şêwirmend a serbazî ya Almanyayê ya li Herêma Kurdistanê kir.
Wezareta Pêşmerge da zanîn, şêwirmendekî ji tîma serbazî ya Almanyayê eşkere kiriye ku proje wê ligel pêşketina Koleja Erkan bibe, bi temambûna wan projeyan, ew ê projeyên din ên baştir li Koleja Erkan cîbicî bikin.
Herwiha Wezareta Pêşmerge destnîşan kir, Ragirê Koleja Erkan a Serbazî, pesnê hevkarî û alîkariyên şêwirmendên serbazî yên Almanyayê û Hevpeymanan daye ji ber alîkariyên serdemî yên girîng ên ji bo pêşketina kolejê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin