Zeitung: Swêdê nehist Almanya masînên zirxî bisîne Ukraynayê
PeyamaKurd-Li gorî çapemeniya Swêdê, ji ber ku maşînên zirxî yên modela ‘Marder’ bi çêkirina xwe aîdê Swêdê ne, Swêdê destûr nedaye ku cebilxaneya wan were bikaranîn û veguhestina çekan a ji bo Ukraynayê, hatiye rawestandin.
Swêda ku di şerê navbera Rûsya û Ukraynayê de bêalî tê pênasekirin, hat zanîn ku astengî li pêşiya veguhestina çekên giran a ji bo Ukraynayê derxistine. Li gorî nûçeya ku di Rojnameya Zeitung a Swêdê de hatiye weşandin, Swêdê şandina maşînên zirxî yên ji bo Ukraynayê asteng kiriye. Maşînên ku şandina wan hatiye astengkirin jî maşînên xwemalî yên ku ji aliyê Swêdê ve hatine çêkirin in.
Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz jî ji ber ku di daxwaza çekên giran ên Ukraynayê de sist e, di demên dawî de hem li Almanyayê, hem ji aliyê muxalefetê ve hem jî ji aliyê welatên hevkar ve rastî rexneyên tund tê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin