Medya Almanya: Hikûmeta Alman nehist grûba pistevanê PKKê derbasî Hewlêrê bibe

14 June 2021 18:02 0 dîtin
Medya Almanya: Hikûmeta Alman nehist grûba pistevanê PKKê derbasî Hewlêrê bibe

PeyamaKurd - Hikûmeta Almanya rê neda grûbeke piştevana PKKê ji ser Almanyayê ve derbasî paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê bibe.

Medyaya fermî ya Almanyayê ragihandiye, “Roja şemiyê li firokxaneya Dusseldorfê rê li ber endamên wê grûba ku piştevanê PKKê ne hatiye girtin da ku serdana Hewlêrê nekin, ji ber ku çekdarên PKKê li Herêma Kurdistanê li dijî Tirkiyê şer dikin û welatiyên sivîl wek mertalên mirovî bi kar tînin.”

Rêveberê Polîsê Dusseldorfê daye xuyakirin, hejmara endamên wê grûbê, 18 kes in û rê ji bo nehat dayîn ji Dusseldorfê ber bi Hewlêrê ve biçin. Yek ji wan Hevserokê Fraksiyona Partiya Çep a li Parlamentoya Herêma Hambûrgê ya Almanyayê ye.

Rêveberê Polîs got jî: “Kiryarên vê grûbê ziyanê digihînin navê Almanyayê li hember hevpeymanên xwe.”

Medyaya fermî ya Almanyayê daye zanîn ku beriya niha jî Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê behsa rawestandin û vegerandina hejmarek welatiyên Almanyayê kiribû ku bi niyaz bûn di bin navên cuda de aramiya Paytexta Herêma Kurdistanê têk bidin û di daxuyaniyê de tekezî hatiye kirin, ewlehiya Hewlêrê xeteke sor e û rê nayê dayîn ti kes çalakiyan bike.