Almanya ji bo zêdekirina leskerên xwe plansaziyeke nû dike
PeyamaKurd - Li Almanyayê ji aliyekî ve Wezareta Parastinê, ji bo zêdekirina hejmara leşkerên yedek plansaziyeke nû dike, ji aliyê din ve leşkeriya mecbûrî tê nîqaşkirin.
Lêkolînên civakî yên li Almanyayê aşkere dikin ku ji sedî 60ê Almanan, vegerîna leşkeriya mecbûrî dixwazin.
Piştî daxuyaniya Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Bores Pestorius a di derbarê ji şer re amadekirina artêşê, nîqaşên li ser parastina welat didomin.
Baskgeneralê Wezareta Parastinê ya Almanyayê Andreas Hoppe ji ajansa nûçeyan DPAyê re ragihand ku wezaret plan dike ku bi gringî hejmara yedekdaran a artêşê zêde bike.
“Armanc 60 hezar e”
Hoppe destnîşan kir ku divê yedekdar bên perwerdekirin û bicîkirin da ku dikaribin di şer de hêzên çalak xurt bikin an jî şûna wan bigirin.
Andreas Hoppe destnîşan kir ku armanca plansazên leşkerî ew e ku 60 hezar leşkerên perwerdekirî yên yedek amade bike û got: “Li gorî nîqaşên di warê polîtîkaya parastinê de têne kirin, divê ji bo parastina welat bi rêk û pêk bibe û artêş xwe li parastinê bigoncivî, hejmara leşkerên yedek bê zêdekirin.”
Hejmar kêm bûbû
Ji aliyê din ve Wezareta Parastinê ya Almanyayê, li ser hejmara kesên ku ji bo parastina welat dikarin ji leşkeriyê re bêne gazîkirin jî lêkolînan dike.
Ji ber ku di 2011an de li Almanyayê leşkeriya mecbûrî hat rakirin, hejmara kesên ku leşkeriya xwe kirine û heke pêwîst bike dikarin ji bo leşkeriyê bên gazîkirin roj bi roj kêm bûbû.
Wezîr: Divê em ji şer re amade bin
Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius herî dawî di axaftina xwe ya li Bundestanê ya ku gellek nîqaş li serê hatin kirin de gotibû ku divê Almanya heta 2029an, xwe ji şerekî re amade bike.
Wezîra Alman di vê daxuyaniya xwe ya îro de jî van gotinên xwe parast û got: “Mijar ew e ku eger li dijî Almanyayê hêrişek pêk bê, Almanya xwedî şiyana xweparastinê be. Bi gotineke din, divê em ji rewşa herî xerab re amade bin da ku em bi rewşa herî xerab re rûbirû nemînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin