Almanya li ser rewsa dawî ya Îranê axifî: “Em bi endîse ne”

28 November 2020 23:33 0 dîtin
Almanya li ser rewsa dawî ya Îranê axifî: “Em bi endîse ne”

PeyamaKurd – Piştî kuştina fîzîkzanê nukleerî yê Îranî Mûhsîn Fexrîzade Mahabadî ji Îranê dengê tolhildanê û bersivdanê li hemberê Îsraîlê bilind dibe. Li ser van beyanên Îranê berdevkekî ji wezareta Almanya ya karên derve got ku divê piştî kuştina Muhsîn Fexrîzade Mahabadî divê mirov bihezir be.

Berdevk got ku ne hewcebû li herêmê car din tansiyon bê bilindkirin lê kuştina Mahabadî wê gengeşeyê zêdetir bike. Berdevk got ku xeberên ji Îranê tên, bi endîşe ne û divê mirov ji derxistina gengeşeyan xwe dûr bixe.

Her beyaneka ku ji Îranê hat ragihandin kuştina Mahabadî dixest aliyê Îsraîlê û Îsraîlê sûcdar dikir û niha jî dike.