Almanyayê bang Îran û aliyên din kir: Pêsî li zêdebûna aloziyê bigirin
PeyamaKurd – Rêveberiya Berlînê bang li Îranê û hêz û aliyên din kir ku pêşî li zêdebûna aloziya Rojhilata Navîn bigirin.
Hikumeta Almanyayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew ji ber rewşa piştî hêrişa Girên Golanê, metirsîdar in.
Hikûmeta Alman ji ber rewşa aloz a niha bang li hemû aliyên bi nakok ên Rojhilata Navîn û bi taybetî li Îranê kir ku pêşî li zêdebûna aloziyê bigirin.
Piştî hêrişa bi roketan a li dijî qada fûtbolê ya Mejdel Şemsê ya li Girên Golanê ku di encamê de 12 zarok û ciwan hatin kuştin, aloziya li Rojhelata Navîn zêdetir bû û zengilê şerekî mezin lê ketin.
Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji ber hêrişê Hizbullaha Lubnanê berpirsyar nîşan dan.
Kabîneya şer a Îsraîlê jî civiya û payeya ragihandina şer da Serokwezîr Benjamîn Netanyahû.
Hikûmeta Almanyayê her wiha bang li hemwelatiyên xwe yên li Lubnanê dijîn kir ku ji Libnanê derkevin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin