Almanyayê ji bo welatiyên xwe yên li Îsraîlê hisyariyê da
PeyamaKurd - Balyozê Almanyayê yê li Îsraîlê Steffen Seibert bang li welatiyên Almanya yên li Îsraîlê kir ku baldar bin. Seibert bang li welatiyên Alman kir ku xwe her nêzîkî stargehan bikin.
Hizbullahê ji bo tolhildana kuştina Fûad Şukûr hêrişî Îsraîlê kir. Îsraîlê jî piştî hêrişa Hizbullahê li dijî baregeh û tevgerên Hizbullahê, li başûrê Lubnanê dest bi hêrîşên bersivdayînê kir.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant da zanîn ku piştî hêrişa pêşîlêgirtinê ya ku hêzên wan li Lubnanê pêk anîh, ji bo egera hêrişên tolhildanê yên Hizbullahê wan li gelemperiya Îsraîlê ji bo 48 demjimêran rewşa awarte ragihandine.
Balyozê Almanyayê yê Îsraîlê Steffen Seibert, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got: "Ez bang li hemû dostên me yên Alman ên li Îsraîlê dikim ku xwe nêzîkî mal û stargehên xwe bikin û li gorî fermanên fermî tevbigerin. Ez ji hemû welatiyên Alman re şîret dikim ku fermanên me û rayedarên ewlehiyê bişopînin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin