Almanyayê pêsniyara asayîbûna bi rejîma Sûriyê re red kir

30 July 2024 20:01 0 dîtin
Almanyayê pêsniyara asayîbûna bi rejîma Sûriyê re red kir

PeyamaKurd – Almanyayê pêşinyara 8 welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ya derbarê asayîkirina pêwendiyan bi rêjîma Sûriyeyê re red kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Almanya Christopher Burger, di civîneke rojnemevanî de got: “Rejîma Sûriyê niha rê li ber her pêşketinekê di proseya siyasî de, li gorî biryara Encûmena Asayişa Navdewletî (2254) digire û ew bi awayekî rojane tawananên li dijî mirovahiyê li ser gelê xwe dike.”

Christopher Burger diyar kir, heya ku ev rewş berdewam be, ew nikarin pêwendiyên xwe bi rêjîma Sûriyeyê re asayî bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye çend roj berê, 8 welatên Yekîtiya Ewropayê peyamek pêşkeşî Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell kirin û tê de daxwaza asayîkirina pêwendiyan bi rêjîma Sûriyeyê re kirin bi taybet ji bo çareserkirina pirsa penaberan.

Hejmarek welatên Yekîtiya Ewropa hewl didin ku têkiliyên nêzîktir bi hikûmeta Şamê re deynin. Îtalya, Awisturya, Xirwatya, Komara Çek, Qibris, Yûnanîstan, Slovenya û Slovakyayê pêşniyara destnîşankirina nûnerekî ji bo Sûriyeyê kirin.

Wezîrê Derve yê Îtalya Antonio Taiani jî gotibû, Romayê Stefano Ravagnan wek Balyozê Italyayê li Sûriyê destnîşan kiriye û di demeke nêzîk de dest bikar bike.