Almanyayê, êrîsa li Enqereyê sermezar kir

02 October 2023 15:30 0 dîtin
Almanyayê, êrîsa li Enqereyê sermezar kir

PeyamaKurd- Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz bi daxuyaniyeke bi Tirkî, hewildana êrîşa li ber avahiya Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê şermezar kir.

Olaf Scholz, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi Tirkî û Almanî daxuyanî da û got: “Em êrîşa ku li navenda Enqereyê hat kirin bi tundî şermezar dikin. Em bi hevkarên xwe yên Tirk re di nav hevgirtinê de ne.”

Duh, di saetên sibehê de 2 endamên PKKê, bi maşîneke bazirganî ya sivik çûbûn ber dergehê Gerînendehiya Giştî ya Ewlehiyê ya Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê û hewil dabûn êrîşa bombeyî pêk bînin.