Almanyayê, pêsniyaza alîkariyê li Îsraîlê kir

11 October 2023 14:00 0 dîtin
Almanyayê, pêsniyaza alîkariyê li Îsraîlê kir

PeyamaKurd- Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius di daxuyaniya xwe ya li meclisê de got wan ji bo Îsraîlê pêşniyaza alîkariya mirovî û leşkerî kiriye lê heta niha ev alîkarî ji aliyê Îsraîlê ve nehatiye xwestin.

Boris Pistorius, di daxuyaniya xwe de got ku "Em ji dawiya hefteyê û bi vir ve bi heval û hevkarê xwe Joaw Galant re diaxivin. Li ser navê hikûmeta Almanyayê min piştgiriya xwe ragihand. Em hîn jî vê dixwazin, heta radeya ku em karibin ji aliyê mirovî ve alîkariyê bikin me ev pêşniyaza alîkariyê araste kir lê belê heta niha alîkarî nehatiye xwestin.”

Wezîr di derbarê derxistina welatiyên Alman ên ji Îsraîlê de got, “Em bi Wezareta Karên Derve re di nav têkiliyê de ne, ev biryara Wezareta Karên Derve ye. Serokwezîr û Wezareta Karên Derve dê biryarekê bidin.”