Almanyayê, pêsniyaza li ser penaberan red kir

25 September 2023 16:30 0 dîtin
Almanyayê, pêsniyaza li ser penaberan red kir

PeyamaKurd- Wezîra Karên Navxweyî ya Almanyayê Nancy Faeser, pêşniyaza partiyên opozîsyona Almanyayê ya "ji bo penaberan sînorekî berjor bê danîn" red kir.

Nancy Faeser, beşdarî bernameya Televîzyona Alman ARDê bû û diyar kir ku pêşniyaza opozîsyonê ya ji bo penaberan 200 hezar sînor bê danîn, nayê qebûlkirin û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:

"Ez guncaw nabînim ku ez behsa sînorên jorîn li ser vê pirsê bikim ku li ser êşa kesên ku ji şer û terorê ji welatên din direvin."

Faeser da zanîn ku mijara ku dê alîkariya çareseriya pirsgirêka penaberan bike çareseriya Ewropayê ye û got, "Ji ber ku hiqûqa me ya Ewropayê heye, hiqûqa me ya navneteweyî jî heye, em nikarin mafê takekesî yê penaberiyê bi tenê bi sînor bikin. Em nikarin biryareke wiha bidin. Em li gorî Peymana Penaberan a Cenevreyê, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tevdigerin."

Wezîr Faeser bal kişand ser wê yekê ku şaredariyên li Almanyayê di sînorê kapasîteya xwe de ne û ew dizanin ku ji bo di demeke dirêj de penaberên li Ewropayê bi awayekî cuda bên belavkirin, divê hin tişt bên kirin.