Serokomarê Almanyayê, li ser siyaseta penaberan peyamek da
PeyamaKurd- Serokomarê Almanyayê Frank Walter Steinmeier peyamek da Îtalyaya ku di van demên dawî de bi pêleke penaberan re rû bi rû maye ku Almanya di qebûlkirina penaberan de gihîştiye sînorê xwe.
Steinmeier, ji rojnameya Corriere della Serra ya Îtalyayê re axivî û diyar kir ku di nîvê yekem a îsal de ji sê parên zêdetir serlêdanên penaberiyê yên ji welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) re ji Almanyayê re hatine kirin û ev welat ji milyonek zêdetir malovaniyê dike.
Steinmeîer got, "Wekî Îtalyayê, Almanya jî gihîştiye sînorê barê xwe. Herdu welat jî di bin barekî mezin de ne. Ji ber vê sedemê ez bangên alîkariyê yên li Îtalya û bajarên Almanyayê zêde dibin, gelek cidî dibînim."
Almanyayê, di meha tebaxê de qebûlkirina penaberên dilxwaz ên ji Îtalyayê rawestandibû, ji ber ku nexwestibû penaberan di çarçoveya Pêvajoya Dublînê de vegerîne.
Steinmeier di bersiva pirsa di derbarê vê pêngava Almanyayê de bi bîr xist ku welatê wî di çarçoveya mekanîzmaya piştevaniya dilxwazî de ji Îtalyayê zêdetirî hezar penaber qebûl kiriye û diyar kir ku ji bo kêmkirina hejmara penaberan pêwîstî bi hewileke hevbeş a hemû welatên Yekîtiya Ewropayê heye.
Steinmeier bal kişand ser girîngiya kontrol û çavdêriya tundtir li ser sînorên Yekîtiya Ewropayê û dabeşkirina bargiraniyê ya nav endamên Yekîtiya Ewropayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin