Alozî her ku diçe mezin dibe: Ferman hatiye dayîn ku artês amade bibe!

27 December 2022 14:32 0 dîtin
Alozî her ku diçe mezin dibe: Ferman hatiye dayîn ku artês amade bibe!

PeyamaKurd Hat diyarkirin, lîderê Sirbîstanê Aleksandar Vucic ji şeva din ferman daye leşker û polîsan 'amade bibin'. Hat diyarkirin Sirbistanê ev biryar piştî rageşiya di navbera hindikahiya Sirb a li bakurê Kosovayê dijîn û hikûmeta Kosovayê de dîsa zêde bû girt.

Wezîrê Parastinê Mîloş Vûcevîç diyar kir, Serokomar Vûcîç ​​talîmat daye artêşa Sirbîstanê ku 'ji bo şer di nava amadekariya herî bilind de be' û eger pêwîst bike ev yek dibe sedema şerê çekdarî.

Vuçevîç diyar kir, cihê panîkê nemaye û got, "Lê cihê fikaran heye. Xuya ye ku tenê Sirbîstan bawer dike pirsgirêk bi peymana siyasî çareser dibin. Aliyê din (Kosova) her tim bi serê xwe tevdigere."

Ji aliyê din ve Wezîrê Karên Hundir Bratîslav Gasîç jî destnîşan kir, Vucic jî ferman daye polîsan amade bin û got, armanca wan parastina Sirbên li Kosovayê ye.