Aloziya Koreyan dijwartir dibe: Koreya Bakur dîsa mûsek ceriband
PeyamaKurd - Ceribandinên mûşekî yên çend mehên dawî yên welatê xwedan çekên atomî Koreya Bakur, li heremê bûne sedema bilindbûna qeyranê.
Hate ragihandin ku Koreya Bakur herî dawî doh (yekşem), li nêzîkî bendera Sinpo mûşekek avêtiye deryaya Koreya Başûr. Lê belê ne hejmar û ne jî cûreyê ew mûşekên ku hatine avêtin ne zelal in.
Serfermandariya Giştî ya Koreya Başûr (JCS), di der barê ceribandina nû ya ku sibeha yekşemê hat kirin da got: "Artêşa me ji bo şopandina provokasyonên Koreya Bakur, bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re, di nava hemahengiyeke nêz de ye."
Ajansa Nûçeyan ya Yonhap a Koreya Başûr ragihand ku Koreya Bakur roja Çarşemê jî mûşekeke nû ya keştiyê ya stratejîk a bi navê Pulhwasal-3-31 ceribandiye.
Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un, di axaftinên xwe yên van mehên dawî de her ku diçe tundtir dibe, peymanên aştiyê betal dike û hewlên leşkerî yên Koreya Bakur zêde dike.
Rêveberiya Pyongyangê angaştan dike ku ew ji destpêka Çileyê vir ve mûşekên nû yên sotemeniya tîr û dronên êrîşê yên bin avê ku bi teqemeniya nukleerî barkirî ye diceribîne.
Kim Jong Un ku bi van çalakiyên xwe peymanên Neteweyên Yekbûyî binpê dike, di nirxandineke destpêka vê mehê de ragihand ku armanca wî ya sereke ya berê ya yekbûna bi Koreya Başûr re bi dawî bûye û Koreya Başûr weke "dijminê sereke yê Koreya Bakur" binav kir.
Ev yek bû sedema fikaran ku Koreya Bakur xwe ji şer re amade dike.
Serokê Koreya Başûr Yoon Suk Yeol jî hefteya çûyî ji kabîneya xwe re got: "Ger Koreya Bakur provokasyonekê pêk bîne, wê Koreya Başûr bi hêza mezin a artêşa xwe bi şêweyeke dijwartir êrîşên tolhildanê pêk bîne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin