Serê li sînorê Azerbaycan û Ermenîstanê her diçe dijwartir dibe

16 July 2020 13:58 0 dîtin
Serê li sînorê Azerbaycan û Ermenîstanê her diçe dijwartir dibe

PeyamaKurd - Şerê di 12 Tîrmehê de di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de derket, her diçe dijwartir dibe.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Azerbaycanê, îro di danê siba Pêncşemê 16ê Tîrmeha 2020an de, Artêşa Ermenistanê êrîşî sengerên Azerbaycanê yên li sînor kirine û gule berdane.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, Artêşa Ermenistanê gundên Axdam, Dondar Kuşçu û Wahîtlî yên ser bi Towuzê ve, bi çekên mezin û topên hewanê dan ber guleyan.

Hat ragihandin, li herêmê pevçûn berdewam dikin û rewş di bin kontrola artêşa wan de ye.

Di navabera Ermenistan û Azerbaycanê de, 12ê Tîrmehê şer dest pê kiribû.

Di pevçûna li ser sînorê Azerbeycan-Ermenistanê de, ji artêşa Azerbeycanê 3 leşker hatibû kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûbûn. Di rojên paştir de jî, ji artêşa Azerbaycanê 7 leşker hatibûn kuştin.

Ermenistanê ragihandibû ku di pevçûnan de 2 leşkerên wan hatine kuştin.

Herwiha, Associated Press diyar kiribû, ji ber şer û pevçûnên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de, ji herdu aliyan bi giştî 14 kes hatine kuştin.