Johnson û Erdogan pêshatên Derya Spî û serê Azerbaycan û Ermenîstanê gotûbêj kirin

29 September 2020 12:04 0 dîtin
Johnson û Erdogan pêshatên Derya Spî û serê Azerbaycan û Ermenîstanê gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Di derbarê pêşhatên Derya Spî û şerê di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de, do 28ê Îlonê, Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di pêwendiyeke telefonî de gotûbêj kirin.

Bi daxuyaniyêk Serokatiya Ragihandina Tirkiyê ragihand, ku di pêwendiya Erdogan û Johnson de ya ku mijarên geşepêdana têkiliyên Tirkiye-Brîtanya tê de hatin gotûbêjkirin, mijarên herêmî yên weke pêşhatên Rojhilatê Derya Spî û şerê di navbera  Ermenistan û Azerbaycanê de jî hatin nirxandin.

Li gor daxuyaniyê, Erdogan û Johnson di mijara bihêzkirina hevkariya di warê berevaniyê li hev kirin.

Erdogan di peywendiya telefonî de destnîşan kir, ku helwesta hevseng û bêalî ya Brîtanyayê di warê Rojhilatê Derya Spî de, ji bo piştevaniya hewlên diyalog û hevkariyê berjewendiyeke hevpar e.

Erdogan li ser şere di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de, tekezî li wê yekê kir ku “ji bo aşitî û aramiya herêmê divê Ermenistan ji axa Qerebaxa Jorîn û derdora wê vekişe.”