AFP: Aloziya di navbera Îranê û Koreya Basûr de her diçe zêdetir dibe

08 October 2021 10:02 0 dîtin
AFP: Aloziya di navbera Îranê û Koreya Basûr de her diçe zêdetir dibe

PeyamaKurd – Ajansa AFPê diyar kir, aloziya di navbera Îranê û Koreya Başûr de, her ku diçe zêdetir dibe.

Di heman demê de heke Seul 7 milyar dolarên ji bo kirîna petrolê nede, ku ji ber toleyên Amerîkayê dabû rawestandin, Tehran jî gefa kiryarên dadmendî dike,.

Parlamenterê Îranî Alîreza Selîmî da zanîn: "7,8 milyar dolarên me di bankên Koreya Başûr de hatine astengkirin. Koreya Başûr petrola Îranê wergirt, lê heqê wê neda."

Selîmî eşkere kir, ev ne hevkariyeke bazirganî ya pêbawer e û pêdîvî ye ku Koreya Başûr faîza diravê ku ew bi neheqî asteng dike, bide.

Karbidestekî Wezareta Karên Derve yê li Seul, ji AFP re got: "Dijwar e ku ev qas dravê rast e, were piştrastkirin."

Îran, şirîkê mezintirîn sêya ya bazirganî yê Koreya Başûr bû; beriya ku Amerîka bi yekalî ji peymana navokî ya 2015an a di navbera Tehran û hêzên cîhanî de vekişî û dîsa toleyên tund ragihand.

Koreya Başûr, piştî wan biryarên Amerîka, kirîna petrola Îranê rawestand. Ji ber ku Amerîka her kesê ku ji Îranê petrola xav bikire bi toleyan tehdît kir.

Herwiha, Îran ji bo Koreya Başûr dabînkerê sereke yê petrolê bû û di berdêlê de alavên pîşesazî alavên navmalîn û parçeyên otomobîlan ji Seulê dikirî.

Balyozxaneya Îranê ya li Seulê destnîşan dike, îsal bazirganiya di navbera Îran û Koreya Başûr de li gor 2017an nîvî nîvî kêm bûye.