Altan Tan: Dibe vê heftê Ocalan banga çekdanînê li PKKê bike
PeyamaKurd – Parlamentarê berê yê HDPê yê Diyarbekirê Altan Tan di bernameyeke televizyoneke Tirkiyê de, got ku dibe vê heftê Ocalan banga çekdanînê li PKKê bike.
Altan Tan peyama herî dawî ya Abdullah Ocalan a ku gotibû, “Ji bo çareserkirina pirsa Kurd amade me” nirxand û got, “Ji bo çareserkirina pirsa Kurd pêwîste PKK ne wekî taktîk wekî stratejî çekan deyne” û daxuyaniyên dawî yên Ocalan ku bi rêya parêzerên xwe dabûn wekî nîşaneyeke pêvajoeyeke nû ya çareseriyê şîrove kir.
Altan Tan bal kişand ser çend peyamên Ocalan ên vê dawiyê bi taybet li ser Rojavayê Kurdistanê û wiha pê de çû:
“Divê statuya li Rojava jî heman wekî ya Herêma Kurdistanê li şûna hêmaneke gefê têkiliyên dostaniyê bi Tirkiyê re deyne. Li beramber vê jî divê PKK şerê dijî Tirkiyê bidawî werîne. Mesela PYD bi awayekî mafdar vê dibêje,’Heta niha min ti êrîş nebirine ser Tirkiyê, lê Tirkiye îdia dike ku êrîş pêk tên’. Bêyî ketina nav polemîkan lazime çek bên bêdengkirin. Ez hizir dikim bangewaziyeke wiha vê hefteyê ango li rojê pêş were.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin