Amerîka 900 leskerên din disîne Rojhilata Navîn
PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagon ragihand ku ji ber êrîşên ser baregehên Amerîkayê yên Rojhilata Navîn zêde bûne, wê 900 leşkeran ji bo parastin û qewîkirina hêzên xwe bişîne Rojhilata Navîn.
Berdevkê Pentagonê Tuxgeneral Patrick Ryder, ragihand ku ji bo ber li pevçûnê bigrin û parastina baregehan bikin wê 900 leşkeran bişînin Rojhilata Navîn.
Piştî şerê Îsraîlê û Hamasê êrîşên ser baregehên Amerîkayê yên li Kurdistanê, Iraqê û Sûriyê zêde bûn û Pentagonê biryara şandina leşkeran da. Leşkerên navborî dê neçin Îsraîlê.
Ryder, got ku hefteya borî 12 car êrîş çûye ser baregehên Amerîkayê yên li Iraqê û 4 car çûye ser yên li Sûriyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin