Amerîka balafirên ser û kestiyên ser ên din disîne Rojhilata Navîn

18 July 2023 12:59 0 dîtin
Amerîka balafirên ser û kestiyên ser ên din disîne Rojhilata Navîn

PeyamaKurd Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, piştî ku Îranê keştiyên bazirganiyê di mehên dawî de çewisandin û girtin, Amerîka wê gemiyên şer bişîne herêmê ji bo çavdêrîkirina rêyên girîng ên avê li Rojhilata Navîn, û zêdekirina hejmara balafirên cengê yên F-35 û F-16.

Qesra Spî di meha Gulanê de ragihandibû ku rêveberiya Biden wê li herêmê hin gavan bavêje, lê diyar nekiribû ku ew gav wê çi bin.

Berdevka Pentagonê Sabrina Singh ji rojnamevanan re got, "Pentagon hebûn û şiyana Amerîka li herêmê ji bo çavdêrîkirina Tengava Hurmuz û derdora wê zêde dike."

Heya niha ne diyar e ku balafirên nû dê li kuderê bên bicihkirin û wê heta kengî li herêmê bimînin.

Hêza deryayî ya Amerîkî destpêka vê mehê destwerdan kir da ku rê nede Îran du keştiyên bazirganî li Kendava Omanê binçav bike. Ji sala 2019an û vir ve, di heyamên ku di navbera Amerîka û Îranê de rageşî zêde bûye, li xalên stratejîk ên Kendava Farsê êrîşên li ser keştiyan tên kirin.

Nêzîkî pênc yek ji nefta xav û berhemên neftê yên cîhanê di Tengava Hurmuzê ya di navbera Îran û Umanê de derbas dibe, cihê ku Kendava Farsê ber bi deryayê ve vedibe. (Çavkanî: Reuters)