Amerîka baca îlawe ya bo ku Çînê danîbû, pasde xist

13 August 2019 22:15 0 dîtin
Amerîka baca îlawe ya bo ku Çînê danîbû, pasde xist

PeyamaKurd- Temsîlkarê bazirganî yê Amerîkayê Robert Lighthizer ragihand ku hinek berheman dê ji nava lîsta bacê derbixin û baca ku bo leptopan û telefonên berîkê heya dawiya 15 ê meha 12 an dê bipaş de bixin. Biryara berê ew bû ku vê bacê di 1 ê êlûnê de destpêbikin û bistînin.

Li gor ragihandina temsîlkariya bazirganiyê ya Amerîkayê ev biryar bi sedema tenduristiyê, ewlehî, asayîş, ewlekariya netewî û hinek sedemên din hatiye sitendin. Di nava lîsta ku baca wan bê paşdexistin de konsolên leystikan, hinek leystik, ekranên kompûteran, hinek pêlav û cil û berg hene.

Ragihandin piştî ku cîgirê serokê dewleta Çînê Liu He, bi berpirsên bazirganiyê yên Amerîka re di rêya telefonê de axifîn, hat kirin.