Amerîka, balafirên xwe li baregehên Yûnanistanê bicîh dike

24 October 2023 22:38 0 dîtin
Amerîka, balafirên xwe li baregehên Yûnanistanê bicîh dike

PeyamaKurd – Li terefekî şerê Îsraîlê û Hamasê dewam dike û li aliyê dinê li Derya Sipî hem filoya keştiyan ya Amerîkayê heye û hem Amerîka balafirên xwe yên şer li Yûnanistanê li baregehên leşkerî bicîh dike. Li baregeha Girava Gîrîdê ya bi navê Suda, jimarekî zêde balafirên şer, keştiya Boeing P-8 Poseidon ya li dijî keştiyên noqavê û balafira li dijî her tiştên ser erdê hatin dîtin.

Bi heman şêweyî hat dîtin ku li balafirgeha nêzî bajarê Atînayê, li Elefsina gelek balafirên şer xwe bicîh dikin. Li gor nûçeya malpera nûçeyan ya "CNN Greece"; piştî şerê Filistin-Îsraîlê destpêkir, Amerîka xwest ku her îhtîmal amade be û ji bo alavên xwe nêzî ciyê şer bigre, xwest ku avahiyên artêşa Yûnanistanê bikarbîne.

Li gor CNN Greece; di wêneyên Gîrîtê yê baregeha Suda de 7 alavên îkmala ardûyan, 10 C-130 balafirên neqliyê, hebekî KC-135 balafira ku li hewa petrolê dixe balafiran, Boeing P-8 Poseidon û balafira li hemberê alavên ser rûyê erdê hatine dîtin. Balafirên ku hatine balafirgeha Elefsina, hêj dawiya heftê hatine dîtin.