Amerîka bi 8.4 mîlyar dolarî F-35 û muhîmmat difrose Almanya
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Amerîkayê ji bo Amerîka bi bihayê 8.4 mîlyar dolarî balafirên F-35 û muhîmmatên balafiran bifroşe Almanya, firotinê tesdîq kir. Ajansa Hevkariyê û Ewlehiya Bergiriyê ya Amerîkayê firotina alavan bi nivîskî weha ragihand:
“Wezareta karên derve ya Amerîkayê biryarê da ku bi bihayê 8.4 mîlyar dolarî 35 heb balafirên F-35A, ekipman û muhîmmatên wan bifroşe Almanya. Li ser biryarê ewraqan şandiye Kongreyê, di firotina paketê de 35 heb balafirên F-35A ku dikarin rabûna û xwedanîna konvansiyonel bikin hene, 37 heb motorên îhtîyadî, gelek muhîmmatên ku ebadên (kalibre) wan û şiyanên wan cudane û ekîpmanên destekê hene.”
Balkêşe, biryar piştî Almanya qebûl kir ku sîstema bergiriyê ya pêşkeftî ya fuzeyan bide Ûkraynayê hat dayîn. Biryara firotina balafiran û ekîpmanên wan tenê têr nake, divê Kongreya Amerîkayê ji bo endamên NATO yê di nav 15 rojan de û ji bo welatên endamên NATO yê nînin, di nav 30 rojan de îttîrazê neke. Eger ji bo biryara wezaretê îttîraz nêkirin, Kongre li ser paketê dest bi hevdîtinan dike.
Piştî axaftinên di kongreyê de biryar bê qebûl dayîn, ji bo dewleta kiryoxê balafiran, nameya daxwaznamê tê pêşkêşkirin. Eger ji bo daxwaznamê bersiva erênî bê dayîn, Amerîka dest bi amadekirina balafiran dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin