Amerîka bi miqdarê 270 mîlyon dolarî dê alîkariyê bide Ûkraynayê

23 July 2022 00:11 0 dîtin
Amerîka bi miqdarê 270 mîlyon dolarî dê alîkariyê bide Ûkraynayê

PeyamaKurd – Amerîka wê sîstemên roketan yên HIMARS ê û dronên Phoenix Ghost di navde bi miqdarê 270 mîlyon dolarî alîkariyê bide Ûkraynayê. Ragihandin ji aliyê koordînatorê gihandina stratejîk yê Koşka Sipî John Kirby de hat kirin.

Kirby di ragihandina çapemeniyê de got ku bi erka serokê Amerîkayê, bi bihayê 175 mîlyon dolarî 4 heb sîstemên roketan yên topan ku performansa wan zêde ye, yên HIMARS ê û 36 hezar muhîmmatên ku di lîsta artêşê de qeydkirîne, wê ji qeydiyên artêşê derxin û bidin Ûkraynayê. Kirby got ku wê her weha ji fona Pentagonê bi bihayê 100 mîlyar dolarî 580 heb dronên Phoenix Ghost bidin Ûkraynayê.

Kirby ragihand ku wê di hefteyên pêşiya me de alîkariya sîlihan bidin Ûkraynayê û ji roja Biden hatiye ser rêvebiriyê heya îro bi miqdarê 8.2 mîlyar dolarî alîkariyê dane Ûkraynayê.

Li ser mijara operasyona Tirkiyê ji bo ser Sûriyê ragihand ku di mijarê de endîşeyên Amerîkayê hene û endîşeyên xwe ji bo Tirkiyê gotine.