Amerîka: Civaka navdewletî qebûl nake Talîban bi çekan Afxanistanê bixe destê xwe

06 August 2021 23:48 0 dîtin
Amerîka: Civaka navdewletî qebûl nake Talîban bi çekan Afxanistanê bixe destê xwe

PeyamaKurd – Cîgirê nûnerê daîmî yê Amerîkayê yê li Neteweyên Yekgirtî Richard Mills ragihand ku civaka navdewletî qebûl nake ku Talîban bi rêya çekan an ku rêyên leşkerî Afxanistanê bixe destê xwe û nahêle Afxanistan bibe ‘Îmarata Îslamî ya Talîbanê’.

Mills, di civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî de bang kir ku divê Talîban êrîşên xwe bide rawestandin û dagere ser pêvajoya siyasî. Richard Mills weha got:

“Divê Talîban van tiştan ji civaka navdewletî bibihîze; em qebûl nakin ku Talîban di rêya leşkerî de Afxanistanê bixe destê xwe û bibe ‘Îmarata Îslamî ya Talîbanê’.

Nûnerê daîmî yê Afxanistanê yê li Neteweyên Yekgirtî Xulam Isaczai jî bang li Konseya ewlehiyê ya NY kir û got; rê li ber felaketa welatê Afxanistanê bigrin û bo wê bikevin nav tevgerê. Isaczai got ku ew ji jiyan û îhlala mafên mirovan yên sîvîlên di bin êrîşên Talîbanê de endişe dikin û Talîban car din dixwaze Afxanistanê bike ciyê terora navdewletî.

Isaczai ji Pakistanê xwest ku ciyê Talîban lê dimînin û xeta ku tê de derbasî Afxanistanê dibin, bo berlêgirtina wan alîkariya Afxanistanê bike.

Li Afxanistanê li 4 bajarên mezin Talîban şer dike û ketiye heya nav bajaran.