Balyoza Amerîkayê: Hîn rêyeke dirêj li pêsiya civaka navdewletî ji bo têkbirina DAISê maye

16 November 2022 12:37 0 dîtin
Balyoza Amerîkayê: Hîn rêyeke dirêj li pêsiya civaka navdewletî ji bo têkbirina DAISê maye

PeyamaKurd – Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski do diyar kir, hîn rêyeke dirêj li pêşiya civaka navdewletî ji bo têkbirina DAIŞê maye.

Li gor zanyariyan, Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski di dema hevdîtina bi Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El- Arecî de ev daxuyanî da.

Ofîsa Ragihandinê ya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê di daxuyaniyekê de eşkere kir, Balyoza Amerîka di civînê de tekez kir ku “civaka navdewletî hîn rêyeke dirêj li pêşiya wê heye ji bo têkbirina DAIŞê”.

Romanowski herwiha tekezî li piştgiriya berdewam a Amerîka ji hikûmeta Iraqê re û alîkariya avakirina şiyanên dezgehên ewlekarî yên Iraqî kir.

Di berdewamiyê de jî got, welatê wê giraniyê dide bernameyên aborî, tenduristî û çandî û piştgirîya hewildanên dijî gendelîyê û xurtkirina alîyê ewlehîyê dike.

Romanowskî da zanîn, her du aliyan pêşhatên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên Iraq û navçeyê û berdewamiya alîkarî û hevkariyên di warê rûbirûbûna terorê de gotûbêj kirin.

Herî dawî di daxuyaniyê de hat gotin, her du aliyan pêwîstiya hilweşandina kampa Holê û bidawîkirina wê dosyayê gotûbêjkirine û tekez kirin, ew yek wê rê li pêş derketina nifşeke nû ya DAIŞê ya terorîst bigire.