Hekîm: Bexda sizayên Amerîkayê qebûl nake û ligel Tehranê ye

26 May 2019 23:02 0 dîtin
Hekîm: Bexda sizayên Amerîkayê qebûl nake û ligel Tehranê ye

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Hekîm got, ew sizayên Amerîkayê yên bi ser Îranê de qebûl nakin û ew dê piştevaniya Tehranê bikin.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ku doh derbasî Bexdayê bû, îro bi Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Hekîm re civiya.

Hekîm piştî hevdîtinê di civîna hevbeş rojnamevanî de got ku wî ligel Zerîf çend meseleyên aboriyê û geştiyariyê gotûbêj kiriye û wan projeya çêkirina rêya trênê di navbera herdu welatan jî gotûbêj kiriye.

Hekîm bal kişand ser geşedanên dawî yên li herêmê û girjiya li herêmê û got, di civîna wan de hatiye gotûbêjkirin û ew di wê baweriyê de ne ku divê herêm aram be û ew ê hewl bidin seqamgirî li herêmê hebe.

Hekîm di dawiya axaftina xwe de li ser girjiya navbera Amerîka û Îranê rawestiya û diyar kir, “Wê Bexda pêbendî sizayên ser Îranê nebe û piştevanê Îranê be û ligel Îranê cî bigire.”