Amerîka derbarê bajarên Bakurê Kurdistanê de hisyariyê dide

06 September 2019 11:19 0 dîtin
Amerîka derbarê bajarên Bakurê Kurdistanê de hisyariyê dide

PeyamaKurd - Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe ku serdana çend parêzgeh û bajarên Bakurê Kurdistanê nekin û sedema wê yekê vegerandiye bo hebûna alozî û kêşeyên ewlehiyê.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyeke fermî de ku li ser malpera wê wezaretê hatiye belavkirin, di derbarê serdana çend bajarên Bakurê Kurdistanê, hişyarî daye welatiyên xwe û daxwaz ji wan kiriye, ku di dema serdana wan cihan de haydar bin.

Li gor daxuyaniyê, welatiyên Amerîkayê ji bo serdana parêzgehên Batman, Çewlig, Bedlîs, Amed, Dîlok, Colemêrg, Hatay, Kilîs, Mêrdîn. Riha, Sêrt, Şirnex, Dêrsim û Wanê, divê gelek haydar bin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê, sedema derxistina vê hişyariyê vegerandiye bo aloziyên li herêmê û kêşeyên ewlehiyê.

Di daxuyaniyê de daxwaz ji welatiyên Amerîkayê hatiye kirin, ku berî serdana wan cihan, aliyên pêwendîdar ên Amerîkayê haydar bikin û rêpêdanê werbigrin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha amaje bi rewşa ewlehiyê ya ser sînorên Tirkiye, Sûriye û Iraqê kiriye daxwaz ji welatiyên xwe kiriye, ku serdana navçeyên sînorî nekin.