Amerîka destekê da xwepêsandanên li Kubayê

12 July 2021 23:56 0 dîtin
Amerîka destekê da xwepêsandanên li Kubayê

PeyamaKurd – Rêvbiriya Amerîkayê destekê da xwepêşandanên li dijî hukumetê yên li Kubayê. Koşka Sipî bi nivîskî ragihand ku ew destekê dide xelkê Kubayê ku bi deh salane rejîma otorîter ya Kubayê mafê xelkê binpê dike û bo wê li cem xelkê Kubayê ye, bo azadî û rizgariya wan destekê dide. Koşka Sipî weha got:

“Xelkê Kubayê bi cesaret mafên xwe yên bingehîn û navdewletî diparêze. Divê rêz li protestoyên aştiyane û tayînkirina xwe ya dahatûyê bê girtin. Divê rejîma Kubayê guh bide dengê xelkê xwe. Heya xwe dewlemend bikin, divê di îro de, bo pêdiviyên xelkê xwe xizmetê bikin.”

Bi hezaran wepêşandêrên Kubayê di xwepêşandanên dawiya hefteyê de, bi sedema xerabiya şertên aboriyê û azadiyê hukumetê protesto kiribûn. Xwepêşandêr sloganên weka “Bimre Dîktatorî” , “Em Azadiyê Dixwazin” gotibûn û di ser hesabê medyayê de dîmeyên yaxmakirinê belav kiribûn. Serokê dewleta Kubayê Miguel Diaz-Canel di televîzyon û radyoyê de weha gotibû:

“Em desthilata welatê xwe teslîmê ti kesê nakin. Em bang li temamê şoreşgeran dikin da şoreşê li her derê biparêzin û bo wê derên kuçe û kolanan.”