Amerîka dorpêçan danî ser 15 kes û 10 rêxistinan

11 December 2021 01:20 0 dîtin
Amerîka dorpêçan danî ser 15 kes û 10 rêxistinan

PeyamaKurd – Amerîka ji 4 welatan dorpêçê danî ser 15 kes û 10 rêxistinan. Welatê dorpêçê daniye ser rêxistin û kesên wan Çîn, Bangladeş, Mynamar û Kore ya Bakûre ku sedem jî weka binpêkirina mafê mirovan nîşan da.

Wezareta xezînê ya Amerîkayê ragihand ku biryar di roja mafê mirovan ya navdewletî de hatiye dayîn û bi sedema mafê mirovan zahf giran hatiye binpêkirin biryarê daye.

Di ragihandinê de hat gotin ku li Çînê teknolojî bi niyeta xebar tê bikaranîn û di encamê de mafê mirovan tê binpêkirin û bi wê sedemê li Çînê, şîrketekî ku di seha teknolojiya çavdêriyê de kar dike, dorpêçê daniye ser. Wezareta xezînê di ragihandinê de got ku şîrketa bi navê SenseTime bernameyekî bipêş xistiye ku di serî de ji bo Ûygûra û dikare rûyê temamê etnîsîteyan nas bike.