Amerîka dorpêçê datîne ser ‘Tora Karê Petrola Qaçax ya Navdewletî’
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku wê bi sedema alîkariyê didin artêşa Îranê beşa Hêza Qudsê, wê dorpêçê deynin ser ‘Tora Karê Petrola Qaçax ya Navdewletî’.
Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Amerîkayê, Blinken gotiye ku hedefa wan kesekî li Ummanê ye ku navbeynkarê firotina petrola Îranê ya muşteriyan dike. Blinken ragihand ku şîrketên petrola Îranê difroşin biyaniyan 2 ji wan li Ummanê ne û navbeynkarekî ku dê dorpêçê deynin serê li Romanyayê şîrketekî dinê jî kontrol dike.
Blinken got ku dê dorpêçê deynin ser şîrket û kesê li Ummanê yê petrola Îranê difroşe. Blinkern ragihand ku Hêza Qudsê bo mesrefa xwe ya karên kirêt dahata xwe di rêya van şîrket û kesan de dike û Îran firotina petrola xwe di rêya navbeynkarên biyanî de dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin