Ji Amerîkayê bo Îran û hevkarên Rûsî dorpêçên nû

21 November 2018 12:41 0 dîtin
Ji Amerîkayê bo Îran û hevkarên Rûsî dorpêçên nû

PeyamaKurd - Amerîkayê bi hinceta ku petrola Îranê hinardeyî Sûriyeyê dikin bi ser 6 kesên îranî û rûsî de dorpêçên nû sepandin.

Di çarçoveya dorpêçan de, 6 kes û çend kompaniyên rûsî bûne armanca sizayên Amerîkayê.

Kompaniyên Rûsyayê FGUP Promsiryeimport û Global Vision Group di nav şirketên dorpêçên Amerîkayê de cî girtin.

Wezareta Darayî ya Amerîkayê ragihand ku hevkarên Îran û Rûsî bi rêyên neyasayî petrola Îranê hinardeyî Sûriyeyê dikin.