Amerîka: Em asayîkirina pêwendiyan napejirînin, wê cezayên ser Esed bidomîn

09 June 2022 20:45 0 dîtin
Amerîka: Em asayîkirina pêwendiyan napejirînin, wê cezayên ser Esed bidomîn

PeyamaKurd - Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîka yê Karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf, li ser hewlên hin welatên ên asayîkirina pêwendiyan ligel rejîma Sûriyê ragihand ku Amerîka piştevaniya hewlên normazlîzekirina pêwendiyên bi rejîma Esed re napejirîne.

Berpirsa Amerîkî, di rûniştina guhdarkirinê ya di civîna Komîteya Têkiliyên Derve a Sanatoyê de got, Amerîka cezayên ser rejîmê ranake û ew helwesta xwe ya jinûve avakirina Sûriyê naguherin, heta pêşketineke rastîn û mayînde ber bi çareya siyasî ve çênebe.

Herwiha Leaf diyar kir, Esed û kesên pê re astengiya mezin ên li pêşiya armancên çareseriyê ne.

Leaf bang kir ku divê rejîma Sûriyê berpirsiyariyên kiryar û kirinên xwe yên li dijî qanûnên navneteweyî rake û wiha axivî: "Ji her demê zêdetir, îro sûrî birçî û xizan in. Berpirsiyariya mezin a vê trajîdiya berdewam Beşar Esed e û bi desteka Rûsya û Îranê ye."

Leaf dawiyê destnîşan kir, ew ê cezayên Qesyer pêk bînin daku zexta li ser rejîma Esed dewam bikin.