Amerîka: “Em li hemberê hemû hêzên destekê didin Hafter’in”

08 July 2020 22:41 0 dîtin
Amerîka: “Em li hemberê hemû hêzên destekê didin Hafter’in”

PeyamaKurd- Nûnera Amerîkayê ya li Netweyên Hevgirtî Kelly Craft got ku ew li hemberê hemû hêzên ku ji derve mudaxeleyê Lîbyayê dikin. Craft weha got:

“Li Lîbyayê em li hemberê wan hêzên ku destekê didin hafter yên bi wekalet bo hukumeta Rûsyayê şer dikin; Wagner di nav wan de, ciyê ti hêzên biyanî yên bi pere lê nîne.”

Nûnera Amerîkayê bi wan kesên ku tevlî Konferansa Berlînê bûne, bo celseya Lîbyayê axifî û got şer û pevçûnên ku li Lîbyayê çêdibin, bo berjewendiyên herêmîne û li aliyê dinê gelek kes tên kuştin, bo Lîbyayê hêzên bi pere yên biyanî tên şandin û sîlihan dişînin.

Craft got ku li Lîbyayê, endamên konseya ewlekariyê di nav de, divê herkes li dû biryara ambargoya sîlihan ya li Lîbyayê here. Divê herkes sozên ku di konferansa Berlînê de dane bînin cîh û operasyonên leşkerî li Lîbyayê bi dawî bibin. Craft weha dewam kir:

“ Em ji nêz de dişopînin ku leşkerên bi ser Wagnerê û şervanên Sûdanî yên di bin kotrola wan de ku ber bi tesîsên petrolê ve diçin. Rapor hatin destê me ku bo sehayên petrolê bixin destê xwe, mayin û techîzatên leşkerî bicîh dikin.”