Amerîka: Tewrê me li hemberê rejîma Esed neguhiriye û em destekê nadin têkiliyên bi rejîmê re

04 January 2023 03:29 0 dîtin
Amerîka: Tewrê me li hemberê rejîma Esed neguhiriye û em destekê nadin têkiliyên bi rejîmê re

PeyamaKurd – Amerîka tewrê xwe yê li ser hevdîtinên navbera Tirkiye-Rûsya û rejîma Esed ragihand. Ragihandin ji aliyê berdevkê wezareta karên derve ya Amerîkayê Ned Price de hat kirin. Price got ku tewrê Amerîkayê li hemberê rejîma Esed neguheriye û ew destekê nadin hevdîtinên Moskovayê û naxwazin ku welatên navborî têkiliyên xwe bi Esed re sererast bikin. Li ser mijarê Ned Price weha got:

“Dikarim yek tiştekî bêjim ku siyaseta me li hemberê rejîma Şam ê neguheriye. Em destekê nadin wan welatên ku dixwazin dîktartorê bê wijdan Esed were ser rewşa xwe ya berê û destekê bidin Esed. Em dixwazin her welat bide ber çav ku rejîma Esed 12 sale li xelkê Sûriyê zilmê dike, mafê mirovan bi hovane binpê dike û nahêle ku alîkariya mirovî bigihê xelkê Sûriyê.

Desteka me ya ji bo biryara Neteweyên Yekgirtî ya jimare 2254 an dewam dike û ji bo li Sûriyê çareseriyekî siyasî çêbibe, em ê bi NY û hemparên xwe yê din re xebata xwe dewam bikin.”

Price, li ser pirsa bê di mijarê de bi Tirkiyê ti têkilî danîne an na de weha got:

“Me, ji temamê hevkar û hevparên xwe got ku wexta normalîzekirina têkiliyên bi rejîma Esed re nehatiye, wextê pêşdebirina têkiliyan nehatiye û me balê kişand ser binpêkirinên mafên mirovan yên rejîma Esed û divê haya herkesî jê hebe.”