Amerîka: Em pistevanê pêwendiyeke bas a navbera Hewlêr û Bexdayê ne

02 April 2021 14:24 0 dîtin
Amerîka: Em pistevanê pêwendiyeke bas a navbera Hewlêr û Bexdayê ne

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Amerîka piştevaniya pêwendiyeke baş a navbera Hewlêr û Bexdayê dike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di civîneke rojnamevanî de eşkere kir; pêwendiya bihêz a navbera Hewlêr û Bexdayê di berjewendiya Amerîkayê de ye û di deman demê de jî di berjewendiya her du hikûmetan de ye.

Ned Price li ser dîyalogên stratejîk ên di navbera Amerîka û Iraqê axivî û got:

“Hevbeşiya me ya stratejîk ligel hikûmeta Iraqê heye û bihêzkirina pêwendiyan di berjewendiya her du welatan de ye.”